11:42:40
Rojava News: Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hêzên hevpeyman li bendava Mûsilê li rêxistina terorîst a DAIŞê dan, di wê êrişê de 26 milîtanên terorîst hatin kuştin.
Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên koalisyona navneteweyî li Mûsilê li dijî çeperên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke hevpar pêk anîn.
Derheqê wê êrişê de, efserê Pêşmerge Fexrî Mixûrî li bendava Mûsilê ragihand ku çeper û baregehên hestiyar ên DAIŞê bi çekên giran hatin topbarankirin.
Wî efserê Pêşmerge da zanîn ku di wê êrişê de herî kêm 26 çekdarên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin, wesayîtên wan hatin rûxandin û zirareke mezin dîtin.