Print this page

Amûdê: Erebekî bombe bi xeletî bixwe ve teqand!

13:10:04

 

Rojava News: Piştî teqîna Qamişlo vê carê jî yekî ereb, ku bi xwe ji devera Amûdê ye xwest otomobîlekê,  bi re ya bombeyê biteqînê, lê bombe pê ve teqiya.

Hat zanîn roja pênşemê 28 hezîranê kesekî  xelkê Amûdê yê bi nasnameya Erab dema xwest otomobîlekê bomberej bikê bi xeletî bixwe ve teqand û her dû destê wî û lingê wî jê vebûn.

Li gor zanyariyên hatine wergirtin;  Kesê Ereb  yê xelkê gundê  Behîre ku bi ser  Amûde ye,  dema xwest otomobîla  Ciwan Nuri Rûşvet bomberej bikê, bombe bixwe ve teqand û her dû destê wî jê vebûn di hemen demê de lingê wî jî şikiya.

Piştî teqînê, asayişa Amûdê ew kesê bi nasnameya Arab desteser kirin.