11:47:19
Rojava news-Girgê Legê : Rêxistina PDKSê ya Girgê legê di derbarê teqîna berê sibehî ku li ofîsa wa rû da ye daxuyaniyek belavkir.
Di daxuyaniyê de hatiye; “Careke din kiryarên çawtirsandina endam, kadir û xebatkarên me pûçel bû. Ew kiryar îşaret û îspatbûna puçelbûna aydolojiyeke li himber mezinbun û firehbuna rêbazên Berzani li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî Sûriyeyê ye.”
Hatiye gotin; Ew destên dirêj ku digihê rejima Esad dema nikaribûn rê li ber kar û xebatên me bigrîn, wê carê jî bi rê ya teqandina ofîsa me xwestîn gefê li ser xebatên me avabikin, û bi wê armancê ofîsa PDKSê ya Girgê Legê teqandin. Di encama teqîna bombeyekê çandî de zerar gîhandin kelûpelên nav nivîsingehê û hin xaniyê derdorê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin“Ew karên ne mirovane tê wateya iflaskirina wan tawanbaran, ewên ku raste rast bi rejimê ve girêdayîne. Ew kiryar tê wateyê ku êdî nikarin rê li ber belavbûn firehbûna rêbazên Berzanî bigrin û iflas kirine.
Ew rêbaza ku di xebatê xwe de bi reya zincîrek çalekî li beranber perwerdeya kopî pest - edlecekirina kursên xwendinê li Rojavayê kurdistanê û di bilindkirina dirêjtirîn Alaya Kurdistanê di “Roja Ala Kurdistanê” de û di xwepêşandanê aşitiyanê li dijî Sykespîko de xwe ispat kiriye, ew tirsendin û xistin tevgerê. Aniha gihîştin wê qenatê ku feşelekî gelek mezin di reya kontrolkirina ciwata kurdî bi şêweyekî leşkerî hênane, ji ber wê yekê jî berê xwe didin kiryarên ne mirovane.
Di dawiya daxuyanê de hatiye gotin; Em tekez dikin ku ew karên me wê berdewambin, ta ku em mafên rewa yê milletê me cîbecî bikin. Her çendê em kurbaniyan jî bidin.”
Girgê legê 31 07 2016