Print this page

PDK-Bakur: Em li dijî “kantona Şingalê” ne..Ji ber ku Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûnê ve dice

Rojava News: Serokê Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak ragihand ku, ew li dijî avakirina kantona Şingalê ne, ji ber ku niha Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûnê ve diçe û amadekariyê ji wê yekê re dike.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak li Amedê di civîneke rojnamevaniyê de daxuyaniya partiya xwe belav kir û tê de behsa çend mijarên girîng ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û Şingal û Kobanî kir.

Sertaç Bûcak di wê civînê de ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge li Başûr  û Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî axa Kurdistanê azad dikin.”

Bûcak behsa gotina hin aliyan kir, ku daxwaza avakirina kantonan li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî avakirina kantona Şingalê kiribûn, kir û wiha got: “Em li dijî bangên xweseriya Şingalê ne, ji ber ku niha Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûnê ve diçe û amadekariyê ji wê yekê re dike. Ne ji heqê ti kesî ye ku ji derve destê xwe bixe nava siyaseta Herêma Kurdistanê û daxwaza avakirina kantonan dîtina hin dewletên herêmî ye.”

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî jî, Serokê PDK-Bakur tekez kir ku wan daxwaza wê yekê kiribû û wiha domand: “Me got, pêwîst e Pêşmerge piştevaniya birayê xwe bikin. Piştre pêşmerge çûn û niha bêtirî % 80ê ji bajarê Kobanî hatiye rizgarkirin û em hêvîdarin Kobanî di demeke nêzîk de rizgar bibe.”

Derbarê Pêvajoya Aştiyê jî, Sertaç Bûcak wiha got: “Me ji serî de piştgiriya Pêvajoya Aştiyê kir û niha jî em bi başî piştgiriya wê dikin û em dixwazin bigihê armancê.”