Print this page

Barzanî 33emîn salvegera Barzaniyên enfalkirî bibîr anî!

23:40:58

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 33êmîn salvegera enfalkirina kurdên Barzanî peyamek belav kir û got, ti carî Barzan û Bazraniyan serê xwe li hember dijmin neçemandine û teslîm nebûne.

Îro 33êmîn  salvegera qirkirina kurdên Barzanî ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve ye. Wek tê zanîn navê wê komkujiyê, enfal hatibû danîn.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera enfalkirina Barzaniyan, peyamek belav kir. Di peyamê de Barzanî gotiye, Barzan û Barzaniyan ti carî serê xwe li hember dijmin netewandine û ti carî teslîm nebûne û her dem li ser rêça xwe meşiyane.

Peyama Barzanî wiha ye:

Îro salvegera rojeke tarî û bi êş e di dîroka gelê me de. Beriya sî û sê salan rêjîma Beis bi awayekî hovane heşt hezar mêrên Barzanî, pîr û xort, ku temenê wan ji 9 salan dest pê dikir heta not salan diçû, rapêçî çolên başûrê Iraqê kir û bi awayekî nemirovane komkuj kir. ew tawan, helqeyek bû ji wê zincîra komkujî û zilma ku bi ser zarokên gelê Kurdistanê de hatine. Wendakirina 12 hezar xortên Feylî, enfalkirina Germiyanê, kîmyabarana Helebcê, erebkirin û sirgûnkirina kurdan û herî dawî jî êrişa terorîstan li dijî xûşk û birayên me yên êzîdî, beşek din ji wê zilmê ne. Rast e ev komkujî gelekî bi êş û mezin in lê azadî û serxwebûn ewqas qîmeta wê heye ku em ji bona wê qurbaniyan bidin. Ji bo serxwebûnê, qurbanîdan nirxekî erzan e.

Ez wek Barzaniyekî bi wê yekê serbilind im ku Barzaniyan ji bona rizgarî û serxwebûna gelê Kurdistanê qurbanî dane û gelek êş dîtine. Ji dema serhildana Şêx Ebdulselam Barzanî, sala 1905, ve gundê Barzan şazde caran hatiye şewitandin û wêrankirin. Lê ti carî Barzan serê xwe li hember dijmin netewand û teslîm nebû. Ti carî îradeya wê neşikest û li ser rêbaza xwe meşiya. Ez rêbaza ku ez pê şanaziyê dikim û li ser wê hatime perwerdekirin, rêbazek wisa ye ku zilm û bindestiyê qebûl nake, rêbazek wisa ye ku tê de ayîn, exlaq e û jiyana bindestî, mirin e û mirin ji bona serbestiyê jî jiyan e.

Ez bi helkefta bîranîna Barzaniyên enfalkirî, lazim dibînim spasiya xelkê hêja û ezîz ê deştên Hewlêr, Herîr û devera Soran bikim ku di rojên tarî û nexweş de, kurdane û mêrane alîkariya Barzaniyan kirin û êşa wan wek êşa xwe dîtin. Ez spasiya şêrejinên Barzanî jî dikim him ji zarokên xwe re bûn bav him jî dayîk. Êşa jidestdana mirov û kesên xwe tehemul kirin û zarokên xwe li ser rêbaza rast mezin kirin.

Baştirîn û hêjatirîn bersiva bo tevahiya komkujî û zilma ku hatiye serê gelê me her wiha baştirîn wefa bo xwîna şehîd û enfalkiriyên me, bicîhanîna serxwebûn û azadiyê ye bo gelê Kurdistanê.

Bijî Kurdistan

Nemirî bo şehîdên rêya azadiyê