23:52:30
Rojava News: Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) derbarê teqîna nivîsgeha wê de, konferanseke rojnamegerî lidar xist.
Îro berbangê demjimêr 2:30 kesine nenas bombeyek di ofîsa Partiya Demokratiya Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) li bajarokê Girkê Legê teqadin, di encam de ziyanên madî hebûn.
Endamê Polîtbiroya PDK-Sê Neşet Zaza di konferanseke rojnamegerî de derbarê teqîna bombeyê di nivîsgeha wan de ragihand ku, ev teqîna nivîsgeha PDK-Sê di çarçoveya teqîna Qamişlo de ye, ew kesên ku bi van karên tarî radibin, daxwazin ku gelê Kurd ji xebata xwe ya ji sala 1957an ve, bi şûn ve vegerin.
Zaza got jî: “Ji ber ku PYDê bi awayekî ne rewa xwe kiriye desthilat, parastina deverê di stûyê wê de ye.”
Herwiha Zaza pirs kir ku, çima hercar ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên bi ser ENKSê ve, herwiha ofîsên PDK-Sê rastî teqandin û êrîşan tên û hercar jî ev êrîş li dijî kesên nenas tên tomarkirin.