Print this page

Çekdarên DAIŞê ji 9 aliyan ve êrîşê kirin, lê Hêzên Pêşmerge karîn wê êrîşê pûç bikin


Rojava News: Şeva borî çekdarên DAIŞê ji 9 aliyan ve êrîşî eniya Guwêrê kirin, di şer û pevçûnan de hejmarek ji Pêşmergeyên Kurdistanê û karmendên asayişê şehîd bûn.


Di encama şerê navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê, hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin “Lê heta niha jimareke hûr ya kuştiyan nîne, ji ber ku hê rûbirûbûn di navbera Hêzên Pêşmerge û karmendên asayişê û nîşangirên DAIŞê de berdewam e.

Li gor hatiye zanin Di şer û pevçûnan de 30 Pêşmerge û karmedên asayişê şehîd bûne, li gor zanyariyên di dest me de, birîndar jî bo nexweşxaneya Hawarhatina Rojihlat a Hewlêrê hatine veguhetsin.”

Parastina wê navçeyê bi hêzên asayişê hatibû spatrin, lewma asayiş jî di şer de beşdar bû.

Li gor agahiyê hatine wergirin; êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser Guwêrê bi serpereştiya xelîfeyê wê rêxistinê Ebû Bekir Bexdadî bû.