12:10:42
Rojava News: Oldarên êzidî yên kurd her sal cejna "Çileya Havînê" pîroz dikin, lê îsal bi tenê merasimên olî têne lidarxistin.
Kurdên êzîdî her sal wekî vê hefteyê bi navê cejna "Çileya Havînê" pîroz dikin, li Perestgeha Laleşê kom dibin û merasimên xwe yên olî li dar dixin. Du sal bûn kurdên êzidî ji ber komkujiya Şingalê û dîlbûna bi hezaran keç û jinên kurdên êzidî di destê rêxistina terorîst a DAIŞê li şûna şahiyê, şînê digirin.
Îsal bi tenê merasimên olî têne lidarxistin, merasîm û çalakiyên olî yên cejna Çileya Havînê li perestgeha Laleşê bi beşdariya Babê Şêx û çend endamên Civata Rûhanî şevê din dest pê kir.
Babê Şêx ragihand ku ew hêvî dikin ku herêmên kurdên êzidî zûtirin dem were kontrokirin, keç û jinên kurdên êzidî yên di destê DAIŞê de jî bêne rizgarkirin.