4:31:33 PM
RojavaNews: Li bakurî Helebê çalakvanê Kurd yê bi navê Şiyar Qarbûz ji hêla nîşebazekî ve li navçeya kampa Henderat hate armanc kirin û jiyana xwe ji dest da.
Şiyar Qarbûz û malbata xwe doh êvarê ji Helebê divegeriyan Efrînê, rastî êrîşeke çekdarî hatin û bi guleyên nîşebazekî jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku, Şiyar Qarbûz ji navçeya Mabetlê ye û ew serkirdeyekî xwecehî di Partî Demoqratî Kurdistana Sûriya (PDK-Sê) de bû û temenê wî 33 sal in û bavê 2 zarokan e.