Print this page

Dêrik: PYD daxwaza moletê li dukandaran dike

6:15:04 PM

RojavaNews: Partiya PYDê  li bajarê Dêrikê yê Rojavayê kurdistanê dukandarên bajêr agehdarkirin ku moletê angu terxyês wergirin .

Li gorî daxuyaniyeke şaredarya PYD ya li bajarê Dêrikê  ku divê hemû dukandarên bajêr serdana odeya bazirganî û pîşesaziyê ya PYDê li Dêrikê bikin ta ku moletê werbigirin .

Li gorî wê daxuyanya PYDê  ku divê dukandarên bajêr di navbera 4 ta 19 vê mehê de moletê werbigirin û her dukandarê ku moletê wernegirê wê rastî saza û girtnê were  û ji bo wergirtina moletê jî divê erêkirina komînê jî werbikre û grêbesteke xwedanbûn yan jî kirêbunnê nekêmî salekî be.