Print this page

Leşkerên Tirkiyê Welatiyek ji bajaroka Til Eran gulebaran kirin

2:34:29 PM

RojavaNews: Leşerkên Tirkiyê welatiyekî ji bajaroka Til Eran dema hewl dida ji aliyê Bakur ve  derbasî Rojava bibe, kuştin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Ibêd (40) saliye ji bajaroka Til Eran a girêdayê rojhilatê Helebê ye, Ew bavê 7 zarokaye , Dema hewl dida di sînorê gundê Nisriyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê re ji aliyê Bakur derbasî aliyê Efrînê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin.

Tê zanîn ku bi dehan Welatiyê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.