Print this page

Mihsin Tahir: Berbijêrê me bo serokatiya ENKSê Siûd Mela ye

5:05:06 PM

RojavaNews: Endamê Mekteba Siyasî yê Partiya Demokrta Kurdistanê-Sûriyê (PDK-Sê) Mihsin Tahir ragihand ku, kongirê çaremîn ê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) girêdayî sedemên teknîkî ye, û dê di demeke nêz de amadekariyên lidarxistina wê bikin, û got ku berbijarê wan bo serokatiya ENKSê sekreterê partiya wan Siûd Mela ye.

Herwiha Tahir diyar kir, ku niha Encumen Endamên Kongirê ENKSê yê çaremîn dihilbijêre , û dê di vê Heftiyê de dema li darxistina  Kongir were detnîşan kirin.

Tahir serbarkir, ku ji mafê hemû Partî û serbuxeyan ne, ku xwe berbijêrin ji bo serokatiya ENKSê, û yê gelek denga bi destbixe dê bibe Serokê ENKSê.

Tahir tekez kir ku dê kongir li Kurdistana Sûriyê were li darxistin.