3:39:08 PM
RojavaNews: Berpirsê Rêveber ê Mekteba Siyasî yê Partiya Demukrata Kurdistanê – Sûriyê Mohammad Îsmaîl Ragihand , ku wan wekû PDKSê ,tu gengeşe li ser pirsa destnîşankirina serokekî nû ji bo ENKSê nekiriye.
Îsmaîl serbarkir ku pirsa serokatiyê maye ji bo beşdarbuyên kongir, û komîtên wê ên werin sezkirin.
Herwiha Îsmaîl tekez kir, ku ew wekû PDKSê behweriyê bi karê hevbeş di hindirê Encûmenê de dikin, û herweha baweriya me bi karê dezgehî tê, û em bawer dikin ku Ofîsên ENKSê yê bi awayekî Dîmukrat werin avakirin.