5:32:48 PM
RojavaNews: Rêveberiya PYDê ya li dergehê sêmalkayê rêneda serkirdeyekî Nûneratiya Herêma kurdistanê ya Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê derbasî Rojavayê kurdistanê bibe.
Îro rêveberiya partiya PYDê ya li dergehê sêmalka rêneda nûnerê tevgera çaksaziya kurd li Sûriyê û Endamê Nûneratiya ENKSê ya herêma kurdistanê Cid'an Elî derbasî Rojavayê kurdistanê bibe.
Piştî raghandna PYDê ji rêveberiya xwe ya xweser li rojavayê kurdistanê, PYDê dest danî li ser dergehê sêmalka û rêvebirya hevbeş ya li wî dergehî ji kardûrxist, û ji wê demê ve, PYDê wî dergehî li gorî berçewendiyên xwe bi kartîne, û gelek caran rê li ber çûn û hatina serkirdeyên partiyên ENKSê girtiye.