Print this page

Kurdek bi şewaye kî ne mirovane hate darvekirin!

11:11:10

 

Rojava News: Li bajarê Ruwanserê li eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Rojhilat, welatiyekî kurd li ber çavên xelkê hat îdamkirin!

 

Îro sibeha zû, kurdek li bajarê Ruwanserê yê Kurdistana Rojhilat, bi tohmeta kuştina qaziyê bajêr hat îdamkirin.

 

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd ku navê wî Husên Ebdullahî (33 salî) bû, li ber çavên bi dehan rayedarên Îranê û xelkê bajêr hat îdamkirin.

 

Sûcê wî kurdî jî kuştina qaziyê dadgeha Ruwanserê hatibû ragihandin.

 

Nûçeya îdamkirina wê welatiyê Rojhilatî duh ji aliyê medyaya Îranê ve hatibû ragihandin, ji ber wê jî komek çalakvanên kurd li dijî şêwaza îdamkirina wî dest bi kampanyaya nerazîbûnê kiribûn lê xebata wan jî bê encam ma û ew kurdê Ruwanserî li ber çavên xelkê hat îdamkirin.

 

Li gorî medyaya Îranê, wî welatiyê kurd zivistana 2014ê qaziyê Ruwanserê yê bi navê Selîm Qenberî bi sîlahê kuştibû.