Print this page

Artêşa Îranê welatiyekî Başûrî kuşt!

11:21:15

 

Rojava News:  Duhî Artêşa Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê teqe li kesekî kasibkar kirin û ew kuştin. Li gorî zanyariyan, ew welatî li nêzîkî Çemê Şabedîn ê bajarokê Şarbajêr a Parêzgeha Silêmaniyê rastî teqeyên pasdarên îranî tê û tê kuştin.

Mamê kesê kuştî di daxuyaniyekê de got: "Biraziyê min li ser Çemê Şabedîn barxane hene û em bi otomobîlên bar tîni ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ew sînorêku ew tê de kar dikin, cihekî fermî ye û bi awayekê asayî bar di navbera her du aliyan de tînin û dibin."

Mamê kesê kuştî herwiha dibêje: "Li nêzîkî Çemê Şabedîn, Supaya Pasdaran teqe dikin û gulle jî li milê wî hat girtin û 2 gulleyên din jî bi ser û stura wî ve hatine."