01:16:38
Rojava News: 2 hezar welatiyên sivîl ku DAIŞê bi dîl girtibûn û wek mertalên zindî bi kar dibirin, piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê şervanên HSDê ve hatin rizgarkirin.
Êvariya îro înê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî 73 rojan tevahiya bajarê Minbicê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
Meclîsa Leşkeriya Minbicê bi fermî rizgarkirina Minbicê ragihand.
Berî rizgarkirina yekcarî ya Minbicê, hatibû ragihandin, ku DAIŞê di dema paşve vekişîna bo Taxa Cadeya Cerablusê, derdora 2000 welatiyên sivîl êxsîr girtiye û wel mertalên zindî bi kar tîne.
Li gorî zanyariyan, pirraniya kesên ku DAIŞê wek dîl girtibû, jin û zarok û kesên kal bûn.