01:23:22
Rojava News: Berpirsê Eniya Mexmûrê Necad Elî diyar kir ku di pêvajoya operasyonên li dijî DAIŞê de hemû plansazî di bin fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hatiye danîn û got Hêzên Pêşmerge plan nake ku ji xeynî herêmên ji bo wan girîng, pêş de biçin.
Li gorî agahiyên Rûdawê Necad Elî diyar kir ku hevsengiya hêzê ya di navbera Pêşmerge û DAIŞê de ji sala 2014a vir ve bi tevahî guheriye û Pêşmerge bûye serdest. Elî anî ziman ku Hêzên Pêşmergeyan li Mexmûrê destan nivîsiye û DAIŞ tarûmar kiriye.
Fermandar Necad Elî bi taybetî bal kişand ser ku di pêvajoya operasyonan de hemû plansazî di bin fermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hatin danîn û got "planên me tune ne ku em ji xeynî sînorên Başûrê Kurdistanê û cihên em girîngiyê didinê, li herêmên din pêş de biçin. Em dixwazin li herêma xwe bimînin."
DAIŞê Mûsil di Hezîrana 2014a de bi dest xistibû lê Mexmûra girêdayî Mûsilê û derdora wê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.