Print this page

Nûnerê Obama gihîşt Hewlêrê!

Rojava News: Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett McGurk gihîşt paytexta Herêma Kurdistan-Hewlêrê.

Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett McGurk îro li ser twîttera xwe daxuyaniyek daye û gotiye, “Ez niha li Hewlêrê me”.

McGurk her wiha daye zanîn, dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re li ser operasyona Mûsilê û çawaniya hewandina koçberên Mûsilê gotûbêj bike.

Rayedarên iraqî û fermandeyên artêşa Iraqê dibêjin, operasyona Mûsilê nêzîk bûye. Hinek saziyên navdewletî yên mafên mirov jî dibêjin, bi destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê re, bi sedhezaran kes dê koçber bibin.

Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê, şeva 10ê Tebaxa îsal çûbû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rayedarên din ên Iraqê re hevdîtin kiribû.