Rojava News: Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro li Qamişlo ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.
Li gor agahiyan asayişa Qamişlo Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ligel serkidekî din ê encûmenê girt.
Endamê Partiya Yekîtiya Kurd Dilşad Gedo ragihand ku Îbrahîm Biro ligel Sileyman Oso li nêzîkî şaredariya bajarê Qamişlo hatine girtin.
Dilşan Gedo da zanîn ku ew herdû ji bo cihekê nediyar hatine veguhestin.
Evariya roja înê jî hejmarek ji ciwanên ser bi rêxistina Ciwanên Şorşgêr ve avêtibûn ser ofîsa ENKSê li bajarê Serê Kaniyê û ala Kurdistanê anîbûn xwar û li şûna wê ala Ciwanên Şoreşgêr û YPGê bilind kiribûn.