Print this page

Çekdarên PYDê Serokê ENKSê û Endamê Peywendiyên derve yê ENKSê girtin

11:18:51 PM

 

RojavaNews: Îro roja şemiyê Çekdarên PYDê Serokê Encumena Niştîmaniya Kurd Ibrahîm Biro û û Endamê Peywendiyên derve yê ENKSê Silêman Oso girtin, û  ew birin devereke nenas ve.

 

Nûnerê Partiya Yekîtî li Hrêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji RojavaNews re ragihand , ku Çekdarên PYDê Serokê ENKSê û Endamê Peywendiyên derve yê ENKSê li bazara bajarê Qamişlo girtin.

 

 Herwiha Reşîd got ku îdî em nema van kiryaran qebûldikin.

 

Tê zanîn ku îro dem jimêr 5 êvarî Çekdarên PYDê êrîşî Ofîsa Partiya Yekîtî kirin , û Ala Kurdî li ser Ofîsê anîn xwerê.