Print this page

Di bin rêberiya serokatiya Barzanî pêşmerge dest bi operasyonê kir

Rojava News: Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê dest bi operasyonek berfireh kir.

Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarê operasyonê dibin.

Ta niha ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve  5 gund hatine rizgarkirin û nêzîkî 10 km yan bi nav xaka li jêrdestê DAİŞê pêşdê çûne.