10:58:02
Rojava News: Li bajarê Duhokê, rojnamevanek kuştî hat dîtin. Parlamenterekî PDKê jî daxwaz dike kesên ew xortê Duhokî kuştine, bên girtin.
Duh danê nîvro cenazeyê xortê bi navê Wîdad Elî Husên, ku tê gotin rojnamevan û xelkê Duhokê ye, li derveyî bajarê Duhokê mirî hatibû dîtin.
Polîsê Duhokê diyar kiribû ku ew rojnamevan bi lêdan û îşkencê hatiye kuştin ji ber wê jî dest bi lêpirsîn û lêgerînê kirine.
Parlamenterê PDKê Firset Sofî jî, li ser facebooka xwe kuştina wî rojnamevanî bi tundî şermezar kir û bang li polîs û asayişê kir, demildest ew kesên ku ew xortê Duhokî kuştine, bên girtin û darizandin da ku ti kes nekaribe xwîna wî xortî “bo armancên siyasî” bikar bîne.