20:54:53
Rojava News: Li Rojavayê Kurdistanê îro yekşemî pêşhatek nû çêbû. Rêvebriya Xweseriya Demokratîk ya bi ser PYDê li bajarê Efrînê bi awayekê fermî rewşa awarte li seranserî deverê ragihand.
Ji aliyê Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê di daxuyaniyekê de ragihand, guhertinên berbiçav li ser asta navdewletî çê dibin û alozî û şerên li parêzgeha Helebê û herwiha rizgarkirina Minbicê pêngavên nû bi xwe re tînin.
Piştî rizagrkirina Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve di 11ê Tebaxê de û ji be rgera êrişa DAIŞê, Efrînê ketiye alarmê û xwe ji her egerî re amade kiriye.
Bajarê Minbicê ya ser bi Helebê ve tenê 45 kîlomteran ji Efrînê ve dûr e.
Her di çarçoveya pêşhatên nû yên li bakurê Helebê de, îro yekşemî 14ê Tebaxê Encumena Leşkerî ya Babê hat ragihandin, ku mebest ji damezrandinê vê encumena leşkerî rizgarkirina bajarê Babê ji detsê çekdarên DAIŞê ye.
Bi rizgarkirina Babê, êdî her du bajarên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê digihîjin hev.
Ragihandina Encumena Leşkerî ya Babê piştî derbasbûna tenê 2 rojan bi ser rizgarkirina Minbicê ji aliyê HSDê ve tê.