Print this page

PSKê bi tundî rexne li PYDê girt!

21:07:52

 

Rojava News: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ew ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dixwazin ku ew pêşiya kar û xebatên hêzên siyasî yên Kurd negire û dev ji girtina welatparêzan berde.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro duh ji aliyê Aşayişa Qamişlo va hatibû desteserkirin, îro jî ji Rojvayê Kurdistanê hat derkirin.

PSKê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got; “Ev cara yekê nine ku aşayişa Rojavayê Kurdistanê, ku girêdayiya PYD ye, karên wîsa dikin. Gelek welatparêzên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYD ve hatine girtin û dersinorkirin. Serokê ENSK Îbrahîm Biro yek ji wan e.”

PSKê kiryarên girtina Biro şiband karên rejîma Baesê û ragihand ew kiriyar xizmeta doza Kurdistanê nake û nayê qebulkirin.

Di berdewyamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em ji PYDê dixwazin ku teda û fişarê li ser hêzên welatparêz nekin û pêşiya kar û xebata hêzên siyasiyên welatparêz negire.  Siyaseta bi vî rengî nikare heta hetayî berdewam be.”