12:05:29
Rojava News: Di nav du rojan de zêdetirî 130 çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin.
Operasyona berfireh a Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê, ku duh dest pê kiribû, didome.
Fermandeyê hêza Gulan a Pêşmerge, Mensûr Barzanî ji televîzyona K24 re got, heta niha zêdetirî 130 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Mensûr Barzanî her wiha got, em li benda fermana Serok Barzanî ne da ku zêdetir pêşde biçin.
Ji duh de 11 gund ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin. Ew gundên hatine azadkirin, hemû yên kurdên Kakeyî ne.