22:14:20
Rojava News: Asayîşa Girkê Legê, sê endamên Prîtîya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDKS) girtin û berpirsê Peywendiyên wê Partîyê li Herêma Kurdistanê ev kar şermezar kir û bi karekî tirsinok binavkir.
Asayîşa Girkê Legê, sê endamên Partîya Demokrata Kurdistan- Sûriyê (PDKS) girtin û berpirsê Peywendiyên wê Partîyê li Herêma Kurdistanê ev kar şermezar kir û bi karekî tirsinok binavkir.
Li gorî zanyariyên hatine wergirtin; Êvara îro 15 Tebaxê, her yek ji Mehemed Îsmayîl, Neşet Zaza û Nafîi Bîro endamên polîtburoya PDKSê û Ebdulkerîm Hacî endam ê komîteya navendî ya wê partiyê ji aliyê asayîşa Girk ê Legê li Kurdistana Rojava hatin girtin.
Berpirsê Pêwendiyên PDKSê li Herêma Kurdistanê Seîd Ûmer ev karê Asayîşa Rojava şermezarkir û ragehand: “Asayişa Rojava dijî piroje ya neteweyî ye û PYDê bi fermanên rêjîma Sûriyê kar dike.”