Print this page

Hêzên Pêşmerge êrîşek DAIŞê têkşikand

01:18:49

 

Rojava News: Çekdarên DAIŞê ji gundên Qereqeş û Stîh li bereyê Xazir êrîş birin ser sengerên Pêşmerge, lêbelê êrîşa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin.

Vê êvarê 16 Tebaxê, çekdarên DAIŞê ji gundên Qereqeş û Stîh li bereyê Xazir êrîş birin ser senngerên Pêşmerge, lêbelê êrîşa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin.

Çekdarên DAIŞê bi riya çend otombîlên bombekirî êrîşa xwe pêkanîn, lêbelê berî bighên sengerên Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge ew teqandin û di encamp de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Roja 14 Tebaxê, bi serperştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge ji herdu bereyên Xazir û Gywêr êrîş  birin ser baregehên DAIŞê û di maweyê du rojan de 12 gund rizgarkirin, herwiha di encam de bêhtir ji 130 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.