11:46:06
Rojava News: Li rojavayê Kurdîstanê li îro serê sibehî çekdarên PYDê Serokê xoceyi yê ENKSê Salih Hiseyn Simo li bajarokê Girgê legê desteserkirin.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News; Salih Hiseyn Simo Serokê xoceyiya ENKSê yê bajarê Girgê legê û hemen demê endamê Komiteya Ravêjî yê PDKSê ye, û îro serê sibehî ji aliyê çekdarên PYDê ve li gundê xwe Til Cemalê dema ku li malbuye bê ku sedemek bê nişankirin hatiye desteserkirin.
Tê zanîn vê sibehê zû kurê Endamê Komiteya Navendî yê PDK-Sê Salih Cemil Omer jî ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin.