12:08:33
Rojava News: Doh êvarî 2016-07-16 çekdarê bi ser PYDê gundê Afrînê dorpeçkirin û piştre jî hemû ciwanê gund ji bo leşkeriya neçar desteserkirin.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News; Çekdarê PYDê doh bi şev gundê Basîlê yê bi girêday bi navçeya Şêravâ yê Afrînê dorpeçkirin û piştre jî ketine nava gund.
Li gor hatiye zanîn ji gundê Basîlê xortê ku hene hemû desteserkirine û ji bo leşkeriya neçar birine.
Ji gundê Basîlê tenê ciwanê ku wê demjimêrê ne li gund bûne, û yên ku xwe veşartine ji çekdarên PYDê xwe xilaskirine.
Ji xortê gund gelek xort hatine desteser kirin, lê navê ku gihane destê Rojava news evin; Loqman Hesen Osman, Ahmed Hemo, Hîşam Cemal Şebabo, Genco Zekî Şebabo Îdrîs Xelîl Mûsa, Eymen Fadil Mûsa.