12:25:39
Rojava News: îro danê sibehî 2016-08-17 çekdarê bi ser PYDê avêtin gundê Mîrka yê girêdayî Afrînê û 5 xort bi sedema leşkeriya neçar ji gund desteserkirin.
Li gor zanyariyên Rojava News Çekdarên PYDê îro berê sibehî ji nişka ve avêtin ser gundê Mîrka û 5 xort bi sedema leşkeriya neçar revandin.
Ji aliyê din ve ji bo ku çekdarên PYDê ji nivşka de avêtine ser gund; ji tirsa sawdariyê girtiye jîn û zarokê gund û gelek tirsiyane.
Navê ciwanê ku ji gundê Mirka bi sedema leşkeriya neçar hatine desteserkirin evin; Mihemmed Murad Hesîp, Mihemmed Abdo Henan, Nazim Omer Genco, Şiyar Mihemmed Hemlîko, Heybet Omer.