13:21:57
Rojava News: Piştî civînên giring ên berpirsyarên hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsyarên ewlakariya Îranê, partiyên Kurdistana Îranê dibêjin ew ê çalakiyên xwe li dijî Îranê ranewestînin.
Partiyên Kurdistana Îranê diyar dikin ku wan herdem rewşa siyasî û aramiya Herêma Kurdistanê li ber çav girtine lewra jî her bê deng mane.
Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdawê de hatiye weşandin, berpirsyarê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Enwer Mihemedî dibêje, "piştî hevdîtina Berpirsyarên Hewlêr û Tahranê, ji bo ragirtina çalakiyan, ti daxuyanî û yan jî ti civînek li gel me nehatiye kirin. Herwiha bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê ya daye Îranê, ji me re giring e ku wê gotiye, em di şerê DAIŞê de ne, hûn bi xwe sînorên xwe biparêzin."
Birêveberiya Îranê ji Herêma Kurdistanê dixwaze pabendê rêkeftina ewlekariyê ya di navbera aliyan be. Herwiha daxwaz dike ku Herêma Kurdistanê rê nede pêşmergeyên partiyên Kurdistana Îranê ku li ser sînorî li dijî leşkerên Îranê çalakiyan bikin.
Berpirsyarê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Tahir Mehmûd jî dibêje, "Em li derveyî rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ne. Ji ber vê yekê em nabin milkê ti mercekê hikûmeta Îranê da ku çalakiyên xwe rabigrin. Mijareke neteweyî li pêş me ye, ne ku berjewendî."
Dihate çaverêkirin ku piştî civîna Berpirsyarên ewlekariya Hewlêr û Tahranê, bang li partiyên Rojhilat bê kirin da ku tifingan bêdeng bikin.
Lê Berpirsyarê Pêwendiyên Hewlêr û Tahranê Ebdullah Akreyî jî dibêje, "Em ji partiyên Rojhilat dixwazin ku li ser sînoran nemînin. Ji bo vê yekê jî çendîn rêyên çareseriyê hene. Em ê vê yekê bi xweşî ji wan re bibêjin. Lê eger nebû, hingî em ê helwesta xwe tundtir bikin. Ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me giring e."
Ev mijar partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîgeran dike, bêyî ku Îran ti daxwazeka Kurdan pêk bîne, bi guvaşan daxwazên xwe disepîne.