21:07:38
Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP Binali Yildirim di komcivîna partiya xwe de ji ber helwesta wan ya li Sûriyê rexneyên giran li dewletên Ewropî û Emerîkayê girt û diyar kir xetê Tirkiyê yên sor hene ku divê her kes rêzê ji wan re bigire.
Binalî Yildirim got; "2 Şertên me yên giring hene. Yek jê parastina yekbuna axa Tirkiyê û ya din jî bituniya axa Sûriyê ye. Dixwazin dewleteke Kurd li vê derê ava bikin û bi vî awayî di navbera Tirkiyê û Rojhilata Navîn de xeteke Kurdan ava bikin. Tirkiye û Îran 2 dewlet in ku vê erdnîgariyê nas dikin û ew dê kêşeyan çareser bikin."
Rayedarên Tirk her tim ji Amerîka û wan dewletên di şerê Sûriyê de beşdar, daxwaz dikin ku YPG wek rêxistineke terorîst bi nav bike û çek û amûrên şer nede wan û dibêjin bila YPG ji Rojavayê Çemê Firatê derbas nebe. Lê belê Hêzên Hevpeyman vê daxwaza Tirkiyê qebûl nake û di her fersendê de diyar dikin ku YPG ne rêxistineke terorîst e û ew ê di têkoşîna li DAÎŞê de hevkariya xwe pê re berdewam bikin.