Print this page

Sefîn Dizeyî: Pêşmerge sengerê xwe yê Misul bi cî nahêle!

21:13:24

 

Rojava News: Gotûbêjê fermî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Nînowa venakşin.

Îro 17.08.2016ê gotûbêjê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re axift û diyar kir, hêzên Pêşmerge wê zêdetir pêşde biçin û hemu navçeyên Kurdistanî yên parêzgeha Nînowayê wê rizgar bikin.

Sefîn Dizeyî daxwaza vekişîna hêzên Pêşmerge ya li navçeyên rizgarkirî û carekedin ew navçeyên Kurdistanî radest kirina artêş û hêzên ewlekariya Iraqê red kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehandibû (16.08.2016ê) û daxwaz ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, li cîhê xwe bimînin û bêhtir ber bi Mûsilê ve pêşde neçin.

Berî naha jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehandibû, Wê Pêşmerge heta xala dawiyê ya sînorê Kurdistana başûr pêşde biçe û carekedin ji wan navçeyên Kurdistanî wê xwe venekşe.