10:54:06
Rojava News: Derbarê dawîn rewşa Rojavayê Kurdistanê de, 10 Fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin û ragihand, PYD li Rojavayê Kurdistanê sîstemek totalîter cîbicî dike.
Doh çarşemî 10 Fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş weşandin.
Di daxuyaniyê de her 10 fraksyonên Kurdistanî amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerê vê dawiyê li wê parçeyê Kurdistanê kirine û dilgiraniya xwe ji pêşhatên herî dawî ragihandine.
Her 10 fraksyonan ragihandine: “Demek dibe ku Rojavayê Kurdistanê rastî zincîreyek bûyeran bûye, ku cihê dilgiraniya me hemaûyan in û dibin sedem, ku em bi hişyarî û dilsozî ve raya giştî ya Kudistanê ji wan pêşhatên pir xeter agahdar bikin, ku eger çareseriyek guncaw û bingehîn (ji rewşa Rojava) re neyê dîtin, pêşeroja wê parçeyê Kurdistanê ber bi aliyekê ve dibe, ku dûr be ji aramî û îstîqrarê. Herwiha dê wê qelîşteka ku ketiye navbera aliyên siyasî, mezintir bike, ku ev rewş jî dê bandorek xirab hebe li ser pêşeroj û maf û daxwazên rewa yên gelê me li wê parçeyê (Kurdistanê).”
Li gorî daxuyaniyê, piştî derketina aloziyên li Sûriyê di sala 2011an de, rewşek nû li Rojavayê Kurdistanê çêbûye û weke defakto desthilata rêvebirinê ketiye destê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
Di beşeke din a daxuyaniya hevbeş de, Fraksyonên Parlamentoya Kurdistanê rexneyên tund li PYDê û rêveberiya bin kontrola wê ya li Rojavayê Kurdistanê de digirin û wê partiyê tohmetbar dikin, ku desthilatek totalîter li wê parçeyê Kurdistanê pêk tîne û kesatiyên siyasî û çalakvanên Kurd digire.
Daxuyanî wiha berdewam dike:
“Piştî serhildana şoreşa gelên Sûriyê, defaktoyek çêbû, ku desthilata rêvebirinê li wê parçeyê Kurdistanê, kete destê hêzeke siyasî yê Kurd bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk.
Ji wê roja ku desthilat girtine destê xwe, wan dest bi cîbicîkirina siyaseta firehxwaziyê, girtina serok û kesatiyên siyasî yên Kurd û êşandina çalakvanên siyasî yên Kurd li Rojava.
Herwiha dest bi pêkanîna sîstemeke totalîterî kirine, ku her kesek wek wan hizir neke, bi xayîn bi nav dikin û gefa girtin û îşkencekirinê li ser wan dibe. Ew siyaseta ku ew hêz cîbicî dike, ti demî xizmtê nagihîne berjewendiyên bilind ên gelê me.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî her 10 fraksyonan bang li PYDê û hemû hêzên Rojavayê Kuridstanê dikin, ku helwestek ciddî hebin û bi hawara Rojava de herin û ber bi yekrêziya niştîmanî ve pêngavan bavêjin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Em daxwaz ji wê hêzê û hemû hêzên din ên Rojava dikin, di xema pêşeroja Rojavayê Kurdistanê de bin û herwiha pêwîst e me hemûyan helwestek ciddî hebe û bo berjewendiyên bilind ên gelê me û dabînkirina aramî û yekrêziya niştîmanî pêngavan bavêjin.”
Fraksyonên ku daxuyanî dane ev in:
Fraksyona Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Fraksyona Pêşkevtina Tirkmen, Fraksyona Arasteya Sêyem
Fraksyona Hewlêr a Tirkmenî
Fraksyona Gelê Kild-Suryan-Aşûrî
Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê
Fraksyona Eniya Tirkmenî
Fraksyona Rafîdeyn
Fraksyona Geşepêdana Tirkmenî
Fraksyona Ermen