11:00:32
Rojava News: Hat ragihandin ku dewleta Almanyayê balefireke tijî çek û cebilxane ku nêzî 70 toniye ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re şand.
Wezareta Parastin a Almanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku barek çek û kelûmelên serbazî, ku bi giştî 70 ton bûye, roja sêşemê (16ê vê mehê) ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re şandiye balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê.
Li gorî agahiyên Wezareta Parastin a Almanyayê ew barê alîkariyê ji 1500 çekên biçûk, 100 rokêt û 3 otomobîlên zirhî pêk hatiye.
Almanya, ku endamê hevpeymaniya navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ye, heta niha gelek caran çek û cebilxane ji Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê re şandiye.