12:54:41
Rojava News: Hêzên Asayişa bi ser PYDê li bajarokê Çilaxa yê nêzîkî Bajarê Dêrîkê helmeta girtina ciwana da destpêkirin û 13 xort desteserkirin.
Hêzên bi ser PYDê îro serê sibehî 2016-08-18 bi helmeteke berfireh li nav bazara Çilaxa ya nêzîkî bajarê Dêrikê û li hin gerekê wê kemîna girtina ciwana vegirtin.
Li gorî zanyariyên Rojava news ji deverê girtine; 13 xortê Kurd bi sedema leşkeriya neçar bi zorê hatine desteserkirin.
Herweha ji wan 13 xorta kesekî tevî gulereşîna hêzên bi ser PYDê xwe rizgar kir û li malekê xwe veşart.
Hêzên bi ser PYDê dohî jî li Afrînê avêtin ser gundê Mirka û 5 xort bi sedema leşkeriya neçar destserkirin, şeva beriya wê jî gundê Basilê hate dorpeçkirin û hemû xortê gund hatin desteserkirin.
.