Print this page

Hesen Salih serbest hat berdan

5:49:31 PM

RojavaNews: Serkirdeyê Partiya Yekîtya kurd li Sûriyê Hesen Salih piştî sê rojan ji girtinê serbest hat berdan .

Îro  cîkêrê sekreterê  Partiya Yekîtiya kurd li Sûriyê Hesen Salih ku di 15 vê mehê de, ji aliyê çekdarên PYD ve hatbû girtin  serbest hat berdan .

Di 15 vê mehê de dema hatina cenazeya şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî  çekdarên PYDê rêgrî û astengî  li ber hatna cenaze kir, û bi dehên serkirdeyên partyên ENKS girtin  û ta niha jî di zîndanên PYD de ne û çarenvîsa wan nediyare.