Print this page

Di nava sir û seqmê de Şer li Kobanê gurtir bû

RojavaNews:Tevî sir û seqema ku niha bajarê Kobanî têde derbas dibe , lê Şer bi giranî li nava bajêr de berdewame û hêzên kurdî di pêşveçûnê de ne û ji vê sibehê ve balafirên hevpeymaniy navdewletî 10 cara êrîşî pêghên DAIŞ kirine .

Çalakvanekî ji nava bajarê Kobanî ji malpera “ RojavaNews “re ragihand ku : “ ji şeva bûrî ve şer bi giranî di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û ypg ji alîkî ve û çekdarên DAIŞ ji alîkî din ve  li bakûrê girê Meşte Nûrê û dibistana Reş de berdewame ,ku di encam de bi dehan çekdarên DAIŞ hatin kuştin “ .

Heman çalakvanî da zanîn ku : “ tevî cemed û sirê , çekdarên DAIŞ bi topa Til Şeîrê Topbarandike lê di heman demê de hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi topa li wan vedgerîne “.

Herweha balafirên hevpeymaniya navdewletî jî berdewame bi êrîşên xwe li ser pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal DAIŞ ku ji vê sibehê ve 10 êrîş birin ser pêgehên DAIŞ ku piraniya wan cada 48 , taxa Kaniya Ereban , Dibistana Şeriya û bakûrê girê Meştenûrê ji xwe re kiribûn armanc .

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku : “ Di êncama êrîşên balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li ser pêgehên DAIŞ li bajarê Kobanî herî kêm 11  ji wan çekdaran hatine kuştin “.

 Bahoz Rojavayî