01:18:30
Rojava News: Hêzên taybet yê DYAyê piştî şerê di navbera YPGê û Artêşa Sûriyeyê de ji bajarê Hesekê vekişiyan.
Rojên borî li Hesekê di navbera hêzên YPGê û Artêşa Sûriyeyê de pevçûnên qewimî. Di pevçûnan de Artêşa Sûriyeyê bi balafiran êrişî ser baregehên YPGê kir li ser vê yekê DYAyê Artêşa Sûriyeyê hişyar kir ku hêzên wan jî li herêmê ye.
Berdevkê Wezareta Parastina DYAyê Adrian Rankine-Galloway di daxuyaniya xwe ya Spûtnîkê de diyar kir ku piştî ku Artêşa Sûriyeyê dest bi êrişên bi balafiran kir, wan jî balafirên şer yên koalîsyonê şandine herêmê. Rankine-Galloway da zanîn ku di encamê de ti leşkerên hêza koalîsyonê zirar nedîtine.