11:10:33
Rojava News: Li nêzîk bazara Xemîs li taxa El-Ezîziye ya bajarê Hesekê şerûpevçûn careke din di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û rejîma Sûriyê dest pê kir, di encam topbarana rejîma Sûriyê li ser taxê 19e kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor çavkaniyên heremî: Rejîma Sûriyê taxa El-Ezîzîiyê daye ber topan û di encam de 19e welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
Piştî topbaranê careke din şer û pevçûnê li deverê Gurr buye.
Ev sê rojin şer li bajarê Hesekê didome û bûye egera koçberiya bi dehan welatiyên Kurd ku ber bajarê Amûde û Qamişlo ve diçin.