12:27:47
Rojava News: Leşkerên Tirk îro hin welatiyên ji bajarê Dêra Zorê li ser sînorêSerêkaniyê û Bakurê Kurdistanê gulebaran kirin 4 welatî birîndar bûn.
Dema ku hin welatiyên ji Dêra Zorê xwestin di reya gundê Xirbit Diwêb ê 60 km li rojavayê bajarê Serêkaniye ye derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliye leşkerên tirkiyê ve hatin gulebarankirin û di encamde de 4 welatî birîndar bûn.
Birîndarên ku rewşa wan giranbûn ji bo nexweşxaneya Qamişlo hatin veguheztin.