Print this page

Barzanî: Pêşmerge karî DAIŞê bişkêne

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî hevdîtina digel Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen ragihand, kurd pê serbilind in ku Pêşmerge di şer de DAIŞ şikandiye.

Wezîra Parastina Almanyayê Ursula von der Leyen îşev bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Barzanî û Leyen derketin pêşberî kamerayan. Barzanî li ser serdana Leyen a Hewlêrê got, serdana Wezîra Almanyayê ya Kurdistanê nîşana bihêzbûna pêwendiyên navbera kurdan û Almanyayê ye.

Barzanî li ser şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê jî wiha got: “Ji bo gelê me serfirazî ye ku Pêşmerge kariye DAIŞê bişkêne.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê jî ragihand, pêvajoya hevgirtina Pêşmerge beriya şerê DAIŞê dest pê kiriye û dê bidome jî. 

Mesûd Barzanî li ser bandora çekên ku Almanyayê dane Pêşmerge jî got, çek û perwerdeya Almanyayê di şer de bandora xwe nîşan dane.

Ursula von der Leyen jî diyar kir ku ew dê li ser alîkarî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge berdewam bin û pisporên leşkerî yên zêdetir bişînin Başûrê Kurdistanê.

Leyen pesnê Herêma Kurdistanê da ji ber ku ewqas penaber di nav xwe de hewandiye. 

Wezîra Parastina Almanyayê ku cara duyemîn e tê Hewlêrê, dê sibê li nêzîkî bajarê Hewlêrê kampeke perwerde ya Pêşmerge veke. Di wê kampê de pisporên leşkerî yên almanî dê Pêşmerge fêrî çekên giran bikin.