Print this page

Li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê teqîna xwekujî!

Rojava News: Li navçeya Şahînbeya bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê teqînek pêkhat.

Parêzgarê Dîlokê Ali Yerlikaya ragihand navçeya Şahinbeyê li saloneke dawetê teqînek qewimî.

Alî Yerlikaya da zanîn di emcamê de hin kes birîndar bûne û gellek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

Li gor nuçeya ajansa Reutersê jî 8 kes mirine, 60 kes jî birîndarbûne.

Di derbarê buyerê de qedexa hat ser ragihandinê, û hêjmareke zêde  polîs û ambulans derbasî cîhê buyerê bune.