23:35:49
Rojava News: Şandeke ENKSê bi serokatiya Ibrahim Biro serdana PDKÎ û HDKê kir.
Şandeke Encumena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê ENKSê Ibrahîm Biro serdana Baregeha Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê kir.
Ibrahîm Biro û şanda ENKSê ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Hîcrî ve hatin pêşwazîkirin.
Ji bilî Ibrahim Biro, şanda ENKSê ji her yek ji Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Mistefa Sîno di pêkhatibû.
Şanda ENKSê herwiha serdana Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya bi Sekreteriya Xalid Ezîzî jî kir.
Şanda ENKSê li gel Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê Xalid Ezîzî civiya û di civînê de her du aliyan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî axivîn.
Di dawiya civînê de her du aliyên siyasî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera ENKS, PDKÎ (HEDKA) û HDK jî ve hate kirin.