Print this page

DAIŞê ji bo êrişa Dîlokê li milîtanekî kurdîzan geriyaye!

12:54:13

 

Rojava News: Hat ragihandin ku piştî kuştina emîrê rêxistina terorîst ê DAIŞê li Dîlokê Yunus Durmaz, rêxistinê di hicreyên xwe de ji bo êrişên ser dawetên kurdan li milîtanên kurdîzan geriyaye.

Hat ragihandin ku piştî kuştina emîrê rêxistina terorîst ê DAIŞê li Dîlokê Yunus Durmaz, rêxistinê di hicreyên xwe de ji bo êrişên ser dawetên kurdan li milîtanên kurdîzan geriyaye. Rêxistina terorîst, piştî kuştina Durmaz Deniz Buyukçelebiyê li Sûriyeyê kiriye berpirsyarê xeta sînor û bajarê Dîlokê jî pê ve girêdaye.

Li gorî nûçeya Alican Uludagê rojnameya Cumhuriyetê ku dispêre berpirsên çavkaniyên ewlehî ragihand ku Deniz Buyukçelebi ji bajarê Dîlokê ye lewma rêxistina terorîst ew kiriye berpirsyarê herêmê û wî jî di demên dawî de li Dîlokê hinek hicreyên nû avakirine.

Êrişa plana rêxistina terorîst a DAIŞê li ser dawetê kurdan hem ji terefê dozgeriyê û hem jî ji terefê hêzên ewlehî ve dihat zanîn. Lewra Yunus Durmaz ji berpirsyarê xwe yê bilind İlhami Bali re dibêje ‘Di dawetan de alaya PKKê vedikin û stranên wê dibêjin. Em li hemberî wan êrişeke pêk bînin? Heke hûn bêjin temem înşeallah em ê vî tiştî pêk bînin.'

Her wiha li gorî rojnameya Cumhuriyetê, Durmaz di nivîseke xwe din de jî daxwaza milîtanên kurdîzan dike û wiha dibêje: "Mamosta pirsgirêka me ya herî mezin nebûna milîtanên kurdîzan e, ev 6 meh in daxwaz dikim lê biraderan ew peyde nekirin. Gelekî ku mirov bi zimanê wan û çanda wan nizanîbe şopandin û tekoşîna bi wan re pir zahmet e."