Print this page

YPG ji rojhilata Çemê Firatê vedikişe!

11:46:51

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dê ji rojhilata Çemê Firatê vekişin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro bi telefonê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axiviye.

Li gor agahiyan Jon Kerry ji Mevlut Çavuşoglu re gotiye şervanên YPGê dê ji rojavayê Çemê Firatê paş ve vekişin.

Hat gotin herdû wezirên navborî behsa operasyona girtina Cerablûsê jî kirine û di wê mijarê de Amerîka û Tirkiyê dê hevkariyê bikin.

Herwiha di axaftina xwe gotine Amerîka û Tirkiye dê li Iraqê jî li hemberî DAIŞê danûstandinê bikin.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl duh ragihandibû, ku ew tenê dê bi biryara HSDê ji rojavayê Çemê Firatê paş ve vekişin.

Rêdûr Xelîl wiha gotibû: “Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tenê dê li ser daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, ji aliyê rojavayê Çemê Firatê paşve vekişin.