11:53:30
Rojava News: Leşkerên tirk ên ku duh li Endîwerê şervanekî YPG’ê birîndar kiribûn, îro jî sivîl gulebaran kirin.
Li gorî agahiyên ku gundiyan ragihandine, leşkerên tirk îro saet derdora 09.30’an de sivîlên gundên Endîwerê gulebaran kirin.
Di dema gulebaranê de gundiyên ku diçin nava zeviyên xwe bûn hedef. Di encama êrîşê de gule li tirimpêla welatiyekê ketin, lê tiştek li tu kesî nehat.
Leşkerên tirk duh jî sengerên YPG’ê yên li heman herêmê gulebaran kiribûn û şervanekî YPG’ê birîndar kiribû.