Rojava News: Li navçeya Dêrik a li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de şer derket.
Li navçeya Dêrik a Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û leşkerên Artêşa Tirkiyê de şer derket.
Li gor hatiye zanîn “Li bajarokê Eyndîwar ê girêdayî bajarê Dêrikê leşkerên Tirkiyê gulle berdane çend xalên YPGê û şervanên YPGê jî bersiv dane wan.”
Her du alî gulleyan davêjin hev û şer ta vê derengiya şeve berdevamkir.