10:43:59
Rojava News: Li gorî çavkaniyên leşkerî, heke pêşveçûna PYDê ji aliye bakurê Minbicê ber bi Cerablusê ve were tespîtkirin dê leşker mûdaxele bike.
Çavkaniyên leşkerî, heke pêşveçûna PYDê ji aliye bakurê Minbicê ber bi Cerablusê ve were tespîtkirin dê leşker mûdaxele bike. Wekî din Hêza Çekdar a Tirkiyeyê hebûna xwe ya leşkeri zêde kir 10 tank û 50 personelên din teqwiye kirin, bi yên dawî hejmara tanken Tirkiyeyê li Sûriyeyê gihîşte 40î û personel jî gihîşte 380î.
Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê hebûna xwe ya li Sûriyeyê li gorî rewşa guherbar û metirsiyê nûjen kir.
Ev nûjen kirin ji bo Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêza Sûriyeya Demokratîk) ku bajarê Minbicê di deste xwe digirin ji bo wan jî derbas dibe. Rojnameya Hurriyetê nûçeya xwe sparte çavkaniyen leşkerî û ragihand ku divê PYD bajarê Minbicê vala bike û Minbic vegere rewşa xwe ya bere.
Heke PYD ber bi bakurê Minbicê bi aliyê Cerablusê ve hereket bike û dema hate tespîtkirin, hem yekîneyên topvanan û hem jî hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê dê êrişî wê